Wezîrê Pêşmerge Çû Ser Sînurên Başûr û Rojawayê Kurdistanê
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa piştî gehêştina xwe û gera xwe ya li Deverê de di presskonferansekî de eşkere kir ku, ti deriyeke Sînur nehatiye daxistin û rojane bi sedan welatî hatûçûya her du aliyên Kurdistanê dikin.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Kurdistanê ên li ser Sînur hevdem ligel parastina ewlekariya wan Deveran bi her awayî jî hevkariya welatiyên Penaber dikin.
Her di vê presskonferansa han de welatiyên Rojawayê Kurdistanê jî ev nûçe û raporên ku, dibêjin qaşo Sînur hatine daxistin red kirin û ragihandin ku, ev nûçe û raportên han ti xizmeteke yekîtiya Kurdan nakin.
