• Monday, 09 February 2026
logo

Zimanê kurdî li Kirmaşanê tê qedexekirin

Gulan Media January 8, 2013 Nûçe
Zimanê kurdî li Kirmaşanê tê qedexekirin
Rêvebiriya perwerde ya parêzgeha Kirmaşanê li rojhilatê Kurdistanê bikaranîn û axaftina zimanê kurdî li dibistanên parêzgehê de qedexe kir.

Li gorî nûçeya ajansa KurdPa (Kurdistan Press Agency) ku bi zimanên kurdî û farsî nûçeyên rojhilatê Kurdistanê belav dike, rêvebiriya perwerdeya parêzgeha Kirmaşanê bikaranîn û axaftina bi zimanê kurdî li dibistan û navendên perwerde yên parêzgehê qedexe kiriye.

Li gorî nûçeyê, rêvebirê giştî yê perwerdeyê Celal Emînî di nameyekê de ku roja 30.12.2012 li ser hatiye nivîsandin, ji hemû mamosta û rêvebirên dibistanên Kirmaşanê xwestiye “jibilî zimanê fermî bi tu ziman û zaraveyekîn li dibistanan de neaxivin.”

Di destûrnameya rêvebirê giştî de hatiye ku biryara han “bo pêşxistina zimanê farsî” hatiye dayîn û ji hemû mamostayan hatiye xwestin vê biryarê cî bi cî bikin.

Li gorî madeya 15 a qanûna bingehîn a Îranê, kêmaneyên etnîkî dikarin li kêleka zimanê fermî (farsî) bi zimanê xwe yê zikmakî jî xwe perwerde bikin.

Rudaw
Top