• Monday, 09 February 2026
logo

Azadkirina Ocalan li hember çolkirina Qendîl'ê

Gulan Media January 7, 2013 Nûçe
Azadkirina Ocalan li hember çolkirina Qendîl'ê
Parlementerekî Partiya Dad û Geşepêdanê aşkere dike ku hikûmeta Turkiye di gotûbêjên digel Ocalan de amadebûna xwe pêşan daye ku li hemberî çekdanana PKK û çolkirina Qendîlê ewê Ebdula Ocalan azad bikin.

Nûnerê Partiya Dad û Geşepêdanê Dara Mihemed li bajarê Amedê bo rojnameya Hawlatî ragihand ku, destpêkirina gotûbêj û hevdîtina parlementeran digel Ocalan li ser daxwaza Partî Dad û Geşepêdan û Erdoxan bû.

Ew parlementer pêşniyarên hikûmeta Turkiye bo Ocalan û PKK aşkere dike û dibêje; Turkiye amadeye Ocalan azad bike û pêdaçûnê bo destûrê bike, bi mercê ku Ocalan piştî bê azadkirin Turkiye bi cî bihêle û Murad Karayilan jî Qendîlê bi cî bihêle û ew berên xwe bidin Ewrûpa.

Beriya niha serokê desteya rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Murad Karayilan ragihandibû ku, ew çavrêya pêgavên kirdarî ji Turkiye dikin,lê çolkirina Qendîl û sengerên PKK bi pêgavên kirdarî cihê şik û gumanê ye.

Xendan
Top