• Monday, 09 February 2026
logo

“Daxwazên cînsî yên milîtanên AA bicîh bînin“

Gulan Media January 6, 2013 Nûçe
“Daxwazên cînsî yên milîtanên AA bicîh bînin“
Miftîyê Wahabiyan yê Erebistana Siûdî Mihemmed El Arîfî, fetwa da û îdia kir ku, ji bo çûyîna bihuştê, pêwiste daxwaziyên cînsî yên milîtanên Artêşa Azad a Suriyê (AA) bêne bicîhanîn.

Miftîyê Wahabiyan yê Erebistana Siûdî Mihammed El Arîfî, ji bo ku daxwaziyên milîtanên Artêşa Azad a Suriyê bêne bicîhanîn fetwa da.

Miftî îfade dike ku milîtanên AA'yê demeke drêje ku di nav şer de ne û pêwiste daxwaziyên wan yên cînsî bêne pêşwazîkirin.

Miftî El Arîfî, vê wek wezîfeyekê dibîne û têde diçe; ger hûn dixwazin biçine bihûştê, pêwiste hûn daxwaziyên cinsî yên milîtanên AA'yê bicîh bînin.


Miftî pêşniyaran jî pêşkêşî jinên Suriyeyî dike; hûn karin bi mehra muta jî, ji bo demeke kin bi milîtanên AA'yê re bizewicin.

Miftî di fetwaya xwe de diyar dike ku, bona ku milîtanên AA'yê daxwziyên xwe yên cînsî pêşwazî bikin, pêwiste jinên ku bî mane an mêr berdane û jinên ku temenê wan 14 saliyê mezintirin tercîh bikin.

Malpera bi navê "SoL" ev nûçeya xwe sparte çavkaniya Presstv'yê û bi xwendevanên xwe re parve kir.

Avestakurd
Top