Li Filistînê 14 kes ji ber şewba berazan mirin
Li Filistînê ji destpêka zivistanê ve 14 kes ji ber şewba berazan mirin.Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Tarif Aşur daxuyaniyek nivîskî da û balê kişand ser mirinên ji ber şewba berazan. Aşur ragihand ku li Nablusê zarokek û jinek jî ji ber sedema vîrusa H1N1 ya wekî 'şewba berazan’ tê binavkirin jiyana xwe ji dest dane. Aşur da zanîn ku ji destpêka zivistanê ve, rastî 385 nexweşên şewba berazan hatine û bi tevî 2 kesên di nav 24 saetên dawî de mirine, hejmara qurbanên şewba berazan derketiye 14’an. Hate ragihandin ku ji bo pêşî li vê vîrusê bê girtin, bi Rêwistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re hevkarî hatiye kirin û tedbîr hatine girtin.
Di sala 2009’an de derket
Vîrusa 'H1N1', yekem car di sala 2009’an de li Meksîkayê derket hole. Di demeke kin de li tevahiya cîhanê belav bû. Li herî kêm 200 welatan, bi hezaran kes ji ber vê nexweşînê mirin.
