‘Efûya Giştî û hepsa malê nabe’
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, beriya ku here serdana welatên Efrîkayê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê daxuyaniyek da rojnamevanan. Di rojeva Erdogan de, hevdîtinên li Îmraliyê hebûn. Erdogan pirsên rojnamevanan jî bersivand. Erdoğan, pirsa ‘Tekane muxatab Ocalan e?’ bersivand. Erdogan da zanîn ku ev pêvajoyeke nû destpêkirî nine. Erdogan diyar kir ku bi hemû hêza xwe hewl didin ku di têkoşîna li hemberî PKK’ê de biserkevin û aramiyê bînin welat.
Gazincên ji ragihandinê
Erdogan da zanîn ku di aliyê wan de 2 aliyên bûyerê hene û wiha pê de çû: “ 1- Aliyê dewletê 2- Aliyê siyasetê. Lê hîn kes vê yekê fêm nakin. Em wekî siyasetvan di nav hevdîtinê de nebûn, em ê nebin jî. Em têkoşîna xwe bi rêya siyasetmedaran dimeşînin.” Erdogan ji saziyên civakî yên sivîl û ragihandinê gilî û gazinc kir û wiha got: “Hê jî me dest nedaye hev, ne ragihandin piştgiriyê dide me, ne jî saziyên civakî yên sivîl. Têkoşîn wiha nabe. Divê hemû kes ya dikeve ser milan, bicih bîne.”
Erdogan, diyar kir ku ji bo PKK’iyan efûya giştî îlan nakin û wiha got: “Ji bo Ocalan dibêjin hepsa malê çêkin. Vana ji ber xwe dibêjin. Tiştek wiha nabe. Di dema desthilatiya AKP’ê de tu car tiştek wiha nabe.”
Rudaw
