• Monday, 09 February 2026
logo

PDK Û YNK Û Partiyên Din Yên Kurdistanî Dicivin

Gulan Media January 6, 2013 Nûçe
PDK Û YNK Û Partiyên Din Yên Kurdistanî Dicivin
Peyvdarê Mekteb siyasiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê ragihand ku, partiya demokrata Kurdistanê, Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê û partiyên din yên Kurdistanî bi mebesta giftûgo kirina rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa Deverên Kurdistanî yên li Derveya Kurdistanê dicivin.

Çavkanî eşekre kir ku, metirsiyên heyî yên qirîz û aloziyên niha yên Îraqê gelek giranin lewre me biryar daye daku, bi mebesta nîqaş kirina rewşa han tevî partiya demokrata Kurdistanê bi aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê re bicivin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, tê payîn di nava wan du rojan de PDK û YNK bicivin û pişt re jî her du alî bi part û aliyên din re jî bicivin û helwesteke yekgirtî li hember aloziyên heyî raber bikin.
Top