Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên Îraqê ragihand ku, Duh Terorîstekî xwekuj li Bajarê Museyib xwe û maşîna xwe bi hijmareke welatiyên Şî yên ku, dixwestin biçin ziyareta cîhên pîroz yên xwe, teqandiye û di encam de herî kêm 27 welatî canê xwe ji dest dane û 60 welatiyên din jî birîndar bûne.
Çavkaniya han eşkere kir ku, jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.