Sûriye bi 133 qurbaniyan xatir ji 2012`an xwest
Tora Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku 133 kes li tevahiya bajarên Sûriyê hatin kuştin û piraniya wan jî li Rîf Dîmeşq û Helebê bûn.
Her weha hatiye ragihandin ku çend rojên dawiyê li bajarê Helebê şerê herî dijwar a di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozisyonê de li ser balafirxaneya leşkerî Mixê ye û her weha amadekariya êrişa li ser balafirxaneya Helebê a navdewletî jî têne kirin û rêjîma Sûriyê balafirxaneya Helebê daxistiye.
Ji aliyekî din ve Rawengeha Sûrî ya mafê mirov jî ragihand ku di sala 2012`an de nêzî 40 hezar kes ku di xwepêşandanên ji destpêka adara 2011`an li Sûriyê destpêkirî heya niha hatine kuştin.
Her weha birêvebirê rawengeha Sûrî Ramî Ebdulrehman da zanîn ku di sala 2012`an de 39362 kes li Sûriyê hatine kuştin ku piraniya wan jî sivîlin. Wek tê zanîn ku hejmara qurbaniyên ku ji destpêka hevrikiyan a di 15`ê adara 2011`an destpêkirî 45 hezar derbas kiriye.
Xendan
