PDK: Bila Sala Nû Bibe Sala Bihêztir Kirina Yekrêziya Gelê Kurd
Di vê peyama han de mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi germî pîrozbayî li Gelê Kurd, Malbeta Şehîdên serbilind û Pêşmergeyên Qehreman yên Kurdistanê kiriye û hêvî xwestiye sala nû bibe sala bihêztir kirina yekrêziya Gelê Kurd û bi dest xistina tevahiya mafên reva yên Gelê Kurd.
PDK herwiha daxwaz kiriye ku, sala nû bibe sala sepandina aştî li Deverê û bibe sedema çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî.
