• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdên li Afyonê di bin êrîşê de ne

Gulan Media December 30, 2012 Nûçe
Kurdên li Afyonê di bin êrîşê de ne
Li Navçeya Sultandagi ya Afyonê ji ber aloziya duh destpê kir kurdên di nav fikaran de ne, gotin ku ji ber tirsa êrîşê nikarin ji malên xwe derkevin. Kurdên li Sultandagi, dan zanîn ku îro saet di 1'an de merasîma cenaze tê lidarxistin û piştî merasîmê dê êrîşî malên kurdan bê kirin.

Tahir Cakir ku yek ji kurdên li Sultandagi ye, der barê bûyerê de agahî da Rûdawê. Çakir diyar kir ku alozî 2 roj beriya niha destpê kiriye û wiha got: "Di navbera xortan de şer derketibû. Yek ji wan hat kuştin, 2 jî birîndar bûn. Erîşî malên me kirin, camên wesayît û malên me şikandin. Ji Afyonê hêzên çevîk hatine. Midûrê polîsan û cendirmeyan hatin. Em nêzî 200 kesan, di malek de ne."

Êrîşî 5-6 malan kirin

Çakir ragihand ku li Sultandagiyê bi qasî 30-40 malên kurdan hene û wiha pê de çû: "Em niha di malên wan de ne. Em li baxçe ne. Em ji bajarên Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Mûş, Wan, Bilîsê hatine. Ezê biçûma gel yên ku malên wan rastî êrîşê hatine, lê nehiştin ji vir derkevim. Erîşî 5-6 malan kirine. Ulku Ocaklari ya MHP'ê pêşengiya van êrîşan dike."

Ji bajarên derdorê ji bo êrîşê anîn

Çakir da zanîn ku ji bajarên wekî Afyon, Denîzlî, Boluyê nîjadperest anîne Sultandagiyê û îro saet di 1.00'an de wê merasîma cenaze û meş li dar bixin. Çakir fikarên xwe yên ji ber êrîşan, bi van gotinan anî ziman: "Ew ê dîsa êrîşî me bikin, lê em nizanin ew ê êrîşek çawa be. Dora me ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Duh Walî hatiye lê me ew nedît. Min bi Qeymeqamê Sultandagi re hevdîtin çêkir. Min got malbatê ji vir dûr bixin, heta ku hêrsa wan diqede. Em li vir karê înşaetan dikin. Ev 14 sal in li vir im. Heta niha tiştek wiha çênebû. Ev êrîşek li hemberî kurdan e. Kesek me tune."

Banga bihîstyariyê

Çakir bang li çapemeniyê û BDP'ê kir ku herin Sultandagiyê û li wan xwedî derkevin.

Rudaw
Top