• Monday, 09 February 2026
logo

“Desthilata operasyonên Dîcleyê namîne”

Gulan Media December 29, 2012 Nûçe
“Desthilata operasyonên Dîcleyê namîne”
Biryare sibe şandeke serbazî a hikûmeta navendî bi serokayetiya wezîrê berevaniya Êraqê Se`dûn Dilêmî serdana Hewlêrê bike û têkeftina navbera Herêmê û Bexdadê derbarê kêşeyên ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê dirustbûne gotûbêj bike.

Parlemanterek jî radighîne ku, rêkeftineke giştî ku ji 17`e xalan pêkhatiye di navbera herdu aliyan hatiye danîn û xala serekî jî, vekişandina hemû hêzan bo cihên xwe û dirustkirina navendeke hemahengî ya hevbeş. Her bi vê awayî operasyona Dîcleyê tu desthilateke xwe namîne.

Endamê lijneya assayîş û bergîrî li encûmena nûnerên Êraqê de Hesen Cîhad ji Xendanê re ragihand ku: "Rêkeftinek giştî jibo aramkirina rewşa di navbera pêşmerge û artêşa Êraqê ku ji 17`e xalan pêkhatiye û ya serekî jî vekişandina hemû hêzên serbaziye, hatiye kirin."

Cîhad got: "Herdu alî li ser wê yekê lihevkirine ku navendeke hemahengiyê hevbeş bê dirust kirin û bi bê ew navende tu karekî serbazî nayê kirin."

Hesen Cîhad cext kirk u li gor rêkeftinê hêzên navxwe tu peywendiyek xwe bi artêşa Êraqê ve namîne û wê ser bi parêzgehan bin û got: "Wê demê operasyonên Dîcle desthilata xwe namîne û hebûna wan jî tu karîgeriyekî xwe tune ye."

Xendan
Top