• Monday, 09 February 2026
logo

Dêrik li dijî revandina Behzad Dursin meşiya

Gulan Media December 27, 2012 Nûçe
Dêrik li dijî revandina Behzad Dursin meşiya
Li ser daxwaza rêxistina Dêrikê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî), bi hezaran xelkê bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek saz kirin û careke din bûyera revandina endamê polîtburoya El-Partî Behzad Dursin, bi tundî şermezar kirin.

Endamê komîteya navçeyî ya Partî Omer Îsmaîl peyva Yekîtiya Siyasî ya Demokratîk a Kurd da û tê de damezrandina yekîtiyê di 15.12.2012an de bilind nirxand.

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê Zozan Keleş jî gotinek pêşkêş kir û behsa rol û erkên yekîtiyê kir di warê parastina mafên jinên kurd li rojavayê Kurdistanê. Herwiha bi navê heman yekîtiyê Nesrîn Melkanî jî axivî û bi tundî revandina Behzad Dursin şermezar kir.

Di xwenîşandanê de ala kurdî û ala serxwebûna Sûriyê hatin bilindkirin û sloganên li dijî revandina Dursin û hevalên wî hatin avêtin. Xwenîşanderan daxwaza azadkirina bilez a navbirî kir.

Roja 24.10.2012an endamê polîtburoya Partî Behzad Dursin li navçeya Dêrikê ji aliyê kesên nenas hat revandin û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.

Rudaw
Top