• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan

Gulan Media December 26, 2012 Nûçe
Serokwezîr Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan
Evro li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de rewşa Deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî hate nîqaşkirin û her du alî behsa aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha hewldanên heyî yên ji bo aram kirina rewşa han kirin.

Heyeta Amerîkayî şandina heyeteke Kurdistanî bo Bexdayê bi mebesta destpê kirina danûstandinan bi pêngaveke erênî wesif kir û ragihand ku, em bi her awayî piştgîriya her cure hewldanên dikin ku, bo aştî û çareseriya aştiyane tên dayîn.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, Kurdistanê hertim baweriya xwe bi çareser kirina aştiyane ya kêşeyan hebûye û nihajî baştirên çareserî bo kêşeyên heyî li gorî Kurdistanê diyalog û di çarçoweya destûrê deye û çûyîna heyeta Kurdistanî bo Bexdayê li ser vê esasê bûye.
Top