Serokatiya Kurdistanê: Rojane 500 kurd ji rojava tên herêma Kurdistanê
Ev teksta li jêrê di malpera Xendanê û Rûdawê de belav bûye:
Ev çend rojek in ko nûçeyên ne rast û daxuyaniyên dûr ji rastiyê ji aliyê hin rojnameyan ve tên belav kirin ko sînorê navbera herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê hatiye daxistin û rê nadin ko xelk hatin û çûnê bikin û nahêlin hevkariyên mirovî bigihîn navçeyên rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê yek em bersivê didin û dibêjin: Ew nûçe û babetên sebaret bi wê pirsê hatine belav kirin bi temamî berovajî rastiyê ne û ji rastiyê dûr in.
Li gor zanyarî û statîstîkên dawiyê jî rojane zêdetirî 500 kesan ji rojavayê Kurdistanê tên aliyê herêma Kurdistanê û ew arîkarî û hevkariya ko ji aliyê xelkê û rêxistinan ve têt kom kirin her di wê xala sînorî re diçe rojavayê Kurdistanê, ji bilî hatûçûna cur be cur ya kurdên Sûriyê.
Heta niha bi dehan hezar penaberên kurdên Sûriyê wek penahende li herêma Kurdistanê ne û ya ko ji me hatibe bo wan hatiye kirin, rêxistinên navdewletî jî şahidiya wê yekê dikin ko rewşa kampa li herêma Kurdistanê gelekî ji rewşa wan kampên penaberên Sûrî ko li welatên dî yên derdura Sûriyê ne baştir e.
Berdevkê çapemeniya dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24/12 2012
Di malpera serokatiya Kurdistanê de teksta vê daxuyaniya li jorê nîne lê belê daxuyaniyek di heqê nûçeyeka rojnameya Hawlatiyê de ko behsa girtina tixûban dike heye. Berdevkê serokatiya Kurdistanê di wê daxuyaniyê de dibêje di nêvbera başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê de ti dergehên tixûbî ”yên resmî” nînin heta ko bên girtin. Herwiha daxuyanî dibêje kurdên Sûriyeyê bi xwe pir baş dizanin ka serokê Kurdistanê çiqasê di xema kurdên Sûriyeyê de ye û ka çawa arîkariya hevrêziya wan û piştgiriya nêvdewletî ji bo wan dike.
Nefel
