• Monday, 09 February 2026
logo

Talabanî birin Almanyayê

Gulan Media December 20, 2012 Nûçe
Talabanî birin Almanyayê
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ku bi nexweşiya xwe ya ji nişka ve bû sedema fikaran, ji bo dermankirinê birin Almanyayê.

Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bi nexweşiya xwe ya ji nişka ve, kurd tirsandin. Serokomariya Iraqê bi daxuyanî û wêneyek Talabanî ji Rûdawê re ragihand ku niha rewşa wî baş e û dest bi dermankirina wî dê bikin. Serokomariyê da zanîn ku ji bo vê yekê jî dê wî bibin Almanyayê. Bijîşkên Kurd, Alman û Îngilîz biryara veguhestina Talabanî dan. Li ser vê yekê Talabanî îro di bin çavdêriya bijîşkan de ber bi Almanyayê ve bi rê ket.

Rudaw
Top