• Monday, 09 February 2026
logo

Holenda biryar da: Monûmênta Helebçeyê li Den Haagê datînin

Gulan Media December 20, 2012 Nûçe
Holenda biryar da: Monûmênta Helebçeyê li Den Haagê datînin
Hefteya borî civata şaredariya bajarê Den Haagê li Holendayê pêşniyara avakirina monûmenta Helebçeyê li bajêr pesend kir. Niha Kurdên li Holendayê dixwazin hikûmeta holendî pêngavên zêdetir biavêje û bi fermî li wê yekê mikur werê ku Kurd hatine qirkirin.

Yek ji wan kesên ku piştgiriya danîna monûment kir û kar jê re kir, Harry Van Bomel bû ku li ser lîsteya Partiya Sosyalîst endamê parlementoya Holendayê ye. Van Bomel ji Rûdawê re ragihand: "Şaredarê Den Haagê pêşniyar kiriye ku monûment li cihekî baş yê nêzîkî avahiya rêxistina navneteweyî ya qedexekirina çekên kîmyewî OPCW bê avakirin. Bi niyet e jî ku bo wê mebestê ligel serokê wê rêxistinê bipeyve." Şaredarê Den Haagê ragihand ku ew çaverê nake ku monûment heta roja 16ê Adara sala bê xilas bibe, ku dibe roja bîranîna 25 saliya kîmyebarana bajarê Helebçeyê.

Komîteya avakirina monûmentê Helebçeyê ji aliyê Fîrdews Kazimî dihat birêvebirin. Ew komîte par pêk hat û karîbû 2500 îmzeyên rûniştiyên Den Haagê û derdora wê kom bike, daku pêşniyara danîna monûmênt bixin nav ajendaya civînên civata şaredariyê.

Parlementer Van Bomel di blogekê de nivîsiye: "Çend sal in hewldan tê kirin bo dirustkirina wê monûmenê, daku rêza wan qurbaniyan bê girtin ku di encama êrişa Saddam Huseyîn de jiyana xwe ji dest dan. Di dawî de ew xewn hate cih, ev jî hêja ye ku em ahengan jê re saz bikin."

Di civîna hefteya borî ya civata şaredariya Den Haagê de, ku taybet bû bi meseleya monûmentê, bi sedan kesên kurd û holendî di salona civînê de amade bûn. Yek ji wan kesan wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Aram Ehmed, bû ku wek hat belavkirin ew bo nasandina jenosîda Kurdan bi civaka navneteweyî hatibû Holendayê. Aram Ehmed ji Rûdawê re daxuyand ku wezareta wan armanc dike berê xwe bide wan welatan ku hejmareke zêde ya Kurdan li wan dijîn, daku li wan deran bo nasandina jenosîda Kurdan lobiyê bikin. Wek çawa hefteya borî fraksyonên parlementoya Swêdê Enfal wek jenosîd naskirin, hikûmeta Kurdistanê li Brîtanya û Holendayê jî hewl dide ku heman karî bike.

Herçiqasî pêşniyara avakirina vî monûmêntî ne ji aliyê partiyên kurdî ve bû, lê berê balyozê Iraqê li Holendayê û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo dirustkirina monûment ragihandibûn.

Nîşandana razîbûnê ya şaredariya Den Haagê bo danîna monûmentê Helebçeyê piştî helwesta parlementoya Swêdê hat. Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, li ser malpera Twitter nivîsiye: "Hêvîdar im welatên din jî çav li Swêdê bikin." Nûnerê YNKê li Holendayê, Bextiyar Bekir, jî dibêje ku Kurdên li Holendayê hewl didin heman encamê bidest bixin: "Emê weke Swêdê bikin û em amade ne bo pêngava bê."

Rudaw
Top