Li Amedê gelek mal û dikan di bin avê de man
Li bakûrê Kurdistanê ji aliyekî ve berf ji aliyê din ve jî baran, bandoreke neyînî li jiyanê dikin. Li herêma Serhedê ji berfê rêyên gelek gund û mezran hatin girtin. Li bajarên wekî Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê jî baran bû sedema pirsgirêkan.
Li Amedê di nav 24 saetên dawî de 38 kîlo şilî bariya. Ji ber barana dijwar, ji 30'î zêdetir xanî û dikan di bin avê de man. Her wiha ceyran jî bû sedem ku welatî eziyet bikşînin. Li Taxa Palûke ya Amedê jî maşînek ku karê çêkirina pirê dikir, di bin avê de ma. Ji ber ava li cadeyan kom bû, gelek kes şerrpeze bûn. Wesayîtên di nav avê de man jî, bi maşînên mezin hatin xilaskirin.
Rudaw
