Davutoglu: Qedera Kurdên Sûrîyê Qedera Me ye jî
Wezîrê Derve, roja Yekşemê li ser budçe û sîyaseta Wezareta Derve, li parlamenê gotarek pêşkeş kir. Davutoglu, bendewarîya xwe jibo beşdarbûna Kurdên Sûrîyê ya nav koalîsyona opozisyonê bilêv kir.
Ew, herwiha îdia dike, Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), hevkarîya desthilatîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed dike ku ew, jiber vê yekê li dijî wê ne.
Li gor gotûbêjên dawî, karbidestên hikûmeta Tirkîyê, niha li ser rewşa Kurdên Sûrîyê hinekî nermtir bûne ku dixwazin wekî miletekî ew jî di nav dahatûya Sûrîyê de cî bigirin
Voa
