Çend teqînan bajarê Kerkûkê hejand
Çavkaniyek ji rêveberiya polîsê Kerkûkê bo malpera Xendan ragihand ku, îşev zincîrek teqînan bajarê Kerkûk`ê hejand û di encam de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Çavkaniya polîsê Kerkûkê got: Tevaya teqîn bi rêya bombeyên çandî li deverên cûre cûr yên wî bajarî hatine encamdan.
Amaje bi wê yekê kir ku 3 bombeyên çandî li nêzî Husêniye a Îmam Elî li taxa Qesabxaneyê teqiyane ku akinciyên wê deverê Kurd û Turkmen in.
Her weha got: Piştre bombeyek li nêzî Husêniye Zehra li taxa Wasit teqiyaye û 2 bombe jî li taxa Tisîn (90) teqiyaye û yek ji wan jî li nêzî kenalek a televizyonê bû.
Navbirî diyar kir ku, bombeyek li nêzî mala efserekî rêveberiya polîsê Kerkûkê teqiyaye.
Li gor amara serokatiya tendirustiya Kerkûkê, di encama tevaya teqînan de 5 kes hatine kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûne.
Her weha got: Piştî teqînan mala welatiyekî li taxa Xezra herfiyaye û di dema niha de polis lêkolînê derbarê bûyerê de dikin, daku bizanibin sedemê herifîna wê male çiye.
Çavkaniyekê jî aşkere kiriye ku teqîn li pey hevdû rûdane û çê dibe hejmara qurbaniyan zêdetir bibe, û hêzên polis jî lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kirine.
Xendan
