• Monday, 09 February 2026
logo

YPG û grûpên çekdar li hevkirin

Gulan Media December 17, 2012 Nûçe
YPG û grûpên çekdar li hevkirin
Li gor nûçeyeke ajansa Firat (Beşê Erebî) bi destpêşxeriya çend kesayet û nûnerê Tev Dem û nûnerê tevaya ketîbeyên çekdar û şandeke YPG`ê li hevhatinek di navbera aliyan de hat encamdan ku rêveberiyeke sivîl bê ji pêkhatên wî bajarî Ermenî, Ereb, Kurd,Fileh û Çaçan wê bajarî ava bikin daku karên xwe birêve bibin herweha tevaya dîmenê çekdarî li wê bajarî nemînin.

Bi armanca aramkirina rewşa bajarê Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê komîteyek demî hat avakirin ku dê çavdêriya karûbarên rêvebirina wê deverê bike ku di nava wê karî de karûbarên deriyê sînor jî heye , herweha zemînekê guncaw jî dirust bikin daku welatiyên koçber bûne vegerin malên xwe.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, piştî bidawîbûna dema karê komîteya demî bo çavdêrîkirina karê deriyê sînor, piştre karê rêvebirina deriyê sînor dê bikeve ser mile Civata Sivîl a nû ku ewê aliyê birêvebirina karê deriyê sînor destnîşan bike.

Piştî şer û pevçûnên ku roja 19 heyva Mijdar a borî hatin encamdan, herdû aliyan li hevkirin ku Civata Sivîl a wî bajarî bê avakirin ku tevaya pêkhatên wî bajarî cihên xwe têde bigrin,tevî vê li hevhatinê lê binpêkirina mafê welatiyên sivîl ji aliyê grûpên çekdar ve hîna berdewam e ,ku grûp pabendî rêkeftinê nabin.

Xendan
Top