Serokê Tevgera Goranê Noşîrewan Mistefa: Dema dewleta kurd nîne
Serokê Tevgera Goranê Noşîrewan Mistefa, hevpeyvînek bi rojnameya Today Zaman re çêkir. Mistefa, behsa rewşa Kurdistanê, Iraqê û Tevgera Goran kir. Mistefa got ku Goran tevgereke îdeolojîk nîne û wiha berdewam kir: "Goran tevgereke ne sosyal demokrat e, ne jî îdeooljiyek xwe heye. Armanca wê, edelatek civakî ya li Kurdistanê ye." Mistefa, li ser pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê diyar kir ku di navbera kurd û ereban de şer nabe û ev tişt gotin: "Pêşveçûnên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tenê propagandaya Malîkî ne. Meha avrêla pêş me, li Herêma Kurdistanê hilbijartin heye. Ev polîtîka jî, ji bo wê çêdibe. Malîkî dixwaze dilê erebên sunî qezenc bike ji bo hilbijartinê." Noşîrewan Mistefa, di berdewama hevpeyvînê de li ser avabûna dewleteke kurd jî anî ziman ku anha ne dema dewleteke kurd e û wiha got: "Em ne amade ne, lê ev xeyala hemû kurdan a pêşerojê ye."
Tevgera Goran, muxalefeta herî mezin a Herêma Kurdistanê ye. Di sala 2009'an de hat avakirin. Di encama hilbijartinan de, li parlamentoyê ji sedî 25'ê kursiyan ango 111 kursî qezenc kir.
Rudaw
