Fazil Mîranî: Ti welatek ji bo peymana çekan a bi Kurdistanê re ne amade ye
Sekreterê Mekteba Siyasî ya PDK'ê Fazil Mîranî, der barê îdîayên wekî "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi navbeynkariya Emîriya Ereban, bi şirketeke fransî re ji bo kirîna helîkopteran peyman çêkiriye" de, ji Rojnameya Heyat re axivî. Mîranî wiha got: "Barzanî ji bo pêşbirka werzîşî Formula 1 ya li Emîriya Ereban hatibû vexwendin. Li aliyê din, ne Fransa ne jî welatek din, nikarin bi nîvdewleteke federal re peymanek çêkin. Mantiq qebûl nake ku Barzanî bi Fransayê re peymana helîkopterî çêkiribe. Hikûmet nikare helwesteke wisa giran rake."
Rudaw
