Nêçîrvan Barzanî: Hêvî Dikim Kabîneya Nû Bersifa Daxwazên Xelk Bide
Nav hatî di bersifa peyamên pîrozbayî yên ku, li ser facebokê jê re hatine şandin spasiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê kiriye û nivîsandiye ku, şerefeke gelek mezin bû bo min ku, di roja 5ê Nîsana sala 2012an de weke Serokê Kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê sonda qanûnî xwar.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de gotiye; gelek kêfxweşim ku, careke din hewldan û bizavên awedan kirina Kurdistanê birêve dibim, gelek kar û erkên girîng li pişiya me dene û hêvî dikim ku, bikaribin hîn baştir û zêdetir xizmeta welatiyên Kurdistanê bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya peyama xwe de gotiye; hêvî dikim ku, kabîneya 7an ya Hikûmeta Kurdistanê bikarêbe bersifa daxwazên xwelkê Kurdistanê bide û jiyaneke baştir û emintir ji bo tevahiya Kurdistanê dabîn bike, jiber peyamên pîrozbayî jî gelek spasiya we dikim û hêvî dikim peyvendiyên me hertim bidomin.
