Roboskê bi protestoyekê pêşwaziya Emîne Erdogan kir
Berî ku ew bi Erdogan re hevdîtinê pêk bînin, malbatên goriyên Roboskê bi pankertên "em ne tezmînatê, lêbelê ronîkirina kujerên bûyerê dixwazin" û "hûn dereng hatin, lê hûn bi xêr hatin" pêşwaziya wê kir. Di êrîşeke artêşa tirkî de dawiya 2011ê de 34 kes ji gundê Roboskê kuştin. Ta niha dewletê sedema êrîşê û berpirsên wê eşkere nekirine.
Rudaw
