Encama hêrişên çarşemê li Îraqê 50 kuştî û 250 birîndar bûn
Hate ragihandin ku 15 kes di teqîna bajarê Kot û 15 ên din di heman demê de li teqînek bakûrê Bexdayê jiyana xwe ji dest dan. Êrişên din li Kerkûkê, Besra, Remadî, Kerbela û Felûca rû dan.
