Li Hesekê xwepêşandan, hêzên ewlekariyê destwerdan kir
Li bajarê Hesekê milkên giştî û taybet wêran kirin û destdirêjî li sembolên kurdî hat kirin, her wiha xwepêşandan ji taxa Xiwêran dest pê kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdana xwepêşandanê kir da ku negihîje taxên bakurê bajarê Hesekê û tedbîrên ewlekariyê hatin girtin.
Duh (pêncşem) li Qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dema ku parêzgar û rûspiyên Hesekê xwest ala Sûriyeyê rakin, xwepêşandan çêbû û tabelaya navê qadê bi zimanê kurdî, suryanî û erebî li ser hatibû nivîsandin, çirandin.
ANHA
