• Saturday, 10 October 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 11 ciwanên din ên devera Raparînê ji Libyayê vegerandin

Gulan Media October 10, 2026 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 11 ciwanên din ên devera Raparînê ji Libyayê vegerandin

Li ser raspardeya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serê sibeha roja Înê, 11 ciwanên dî yên devera Raparînê, ku li welatê Libyayê asê mabûn, bi selametî bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û radestî kesûkarên wan hatin kirin.

Piştî belavbûna nûçeya windabûna hejmareka welatiyan li Libyayê, li roja Duşemê, 5ê vê mehê, rasterast li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, her du wezaretên Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve hatin spartin ku yekser rêkarên pêdivî ji bo dîtin, rizgarkirin û vegerandina van 11 koçberan bi cih bînin.

Piştî ku berî çend heftiyan 33 ciwan hatin dîtin û vegerandin, zanyar li ser asêbûna 14 ciwanên dî li wî welatî peyda bûn; yekser şopandina berfireh hat destpêkirin û di çend rojên borî de sê ji wan ciwanan hatin vegerandin, serê sibeha îro Înê jî 11 ciwanên dî bi selametî gehiştin nav axa Herêma Kurdistanê.

Li balafirxaneyê, Birêveberê Data û Zanyaran Elî Seîd û karmendên navendê di pêşwaziya koçberan de bûn, piştî kirina pişknîn û çareseriya pizîşkî ji aliyê tîmên tenduristiyê yên balafirxaneyê ve, tîmên Wezareta Navxwe hemî ciwan bi selametî radestî malbatên wan kirin.

Niha bizavên zêde yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebat û dîtina 10 ciwanên dî yên devera Raparînê berdewam in.

Ji ber wan pêngav û rêkarên giring ên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de bo sînorkirin û rêgirtina di koça neqanûnî de bi cih anîne, di çend mehên borî de rêjeya koça neqanûnî bi rengekî berçav kêm bûye û hikûmet jî tekezê li ser berdewamiya bizavên xwe bo parastina welatiyan dike.

 

K24

Top