• Saturday, 10 October 2026
logo

NY‘yê bang li Îsraîlê kir ku binpêkirinên li Sûriyeyê rawestîne

Gulan Media October 10, 2026 Nûçe
NY‘yê bang li Îsraîlê kir ku binpêkirinên li Sûriyeyê rawestîne

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî îro li ser tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê hişyarî da.
Komîseriyê bang li desthilata Îsraîlê kir ku serdegirtin, tirsandin, girtin, zextên li ser çûn û hatinê û wêrankirina berheman rawestînin.
Berdevka UNHCR’ê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî

Şabîa Mantoo di civîneke çapemeniyê de li Cinêvê got,

Di meha Îlonê de nêzîkî 280 ketinên leşkerî yên Îsraîlê di nava axa Sûriyeyê çêbûne û ev hejmar wekî ya herî bilind ji destpêka salê ve destnîşan kir.

Şabîa Mantoo diyar kir kuk ku li Quneytrayê kesekî 22 salî hat kuştin û birîndarî jî çêbûne.

Berdevka UNHCR’ê got: “Komîseriyê agahî bi dest xistine ku bi kêmanî 49 Sûriyeyî hîna ji aliyê Îsraîlê ve destgîrkirî ne.

Hinek rapor behsa destgîrkirina dem dirêj a bêyî diyarkirina sedemanên wan ji girtiyan re hene,

Di heman demê de îdia kir ku îşkence û muameleya xirab jî li wan tê kirin.

Komîseriyê banga rêzgirtina li misogeriya zagonî û mafên dîlgiran kir.

Her wiha Komîserê Bilind Volker Turk jî banga lêpirsînek bilez û bê alî li ser bûyerên ku bûne sedema mirin û birîndarbûna sivîlan kirin.

 

Ronahi.tv

Top