• Tuesday, 06 October 2026
logo

Kurd li Golanê, dîrokeke kevnar û hebûneke rehdar

Gulan Media October 6, 2026 Nûçe
Kurd li Golanê, dîrokeke kevnar û hebûneke rehdar

Çapa nû ya pirtûka "Golan: Vekolîneke li ser Erdnîgariya Herêmê" ya nivîskar Dr. Edîb Silêman Bax ji aliyê Navenda Erebî ya Lêkolîn û Lêkolînên Siyasî ve hat çapkirin û ji 496 rûpelan pêk tê.

Ev lêkolîn di eslê xwe de teza doktorayê ya nivîskar bû ku sala 1958an li Zanîngeha Sorbonneyê ya Parîsê pêşkêş kiribû û paşê di salên 80yî yên sedsala borî de li Şamê bi zimanê Erebî hatibû wergerandin.

Pirtûk nêzîkî 10 salan beriya Şerê Hezîrana 1967an hatiye amadekirin.

Ji ber vê yekê jî dîmenekî zindî yê wê serdema Girên Golanê pêşkêş dike ku herêm hîn bi gund, zevî, bazar û civaka xwe ya çalak tijî bû.

Nivîskar Dr. Edîb Silêman Bax bi xwe jî ji xelkê Golanê bû.

Ev yek jî dike ku lêkolîna wî bibe hevgirtina akademîk a pisporiya erdnîgariyê û çavdêriyên rasterast ên li ser herêmê.

Girên Golanê li parêzgeha Quneyterayê ya Sûriyeyê ne. Ev herêm, deştek û zozanekî bilind e û ji aliyê leşkerî û cografî ve gelekî girîng e.

Rûberê wê nêzîkî hezar û 200 kîlometregoşeyî ye û li ser sînorê hevpar ê Îsraîl, Sûriye, Urdin û Libnanê ye.

Îsraîlê di Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an de Golan ji bin kontrola Sûriyeyê derxist û sala 1981ê jî bi awayekî fermî ew tevlî axa xwe kir.

Neteweyên Yekbûyî û piraniya welatên cîhanê Golanê wekî “axa dagirkirî ya Sûriyeyê” qebûl dikin lê Amerîkayê sala 2019an û Kolombiyayê jî sala 2026an serweriya Îsraîlê ya li ser vê herêmê bi awayê fermî nas kir.

Bilindahiya herêmê xaleke serdest a leşkerî dide ser bakurê Îsraîlê û başûrê Sûriyeyê. Her wiha ji bo tevahiya herêmê çavkaniyeke gelekî dewlemend a ava şêrîn e.

Sê çînên Kurdan li Golanê

Li gorî lêkolîna Dr. Edîb Silêman Bax, Kurd beşek ji şêniyên resen ên Golanê bûn lê ew wan wekî pêkhateyeke yekreng pênase nake, wan bi rengê çînên sereke dabeş dike:

Çîna Yekem - Kurdên Erebkirî: Ev beş ji bilî Erebî bi ti zimanî naaxivin. Li deşt û çolê dijîn û şêwaza jiyana wan dişibe Erebên koçer. Civaka Ereb ji wan re dibêje "Axa" ku ev nasnavekî resen ê Kurdî ye û ji bo serok û rûsipiyan tê bikaranîn. Ev nasnav hema bêje yekane nîşana eslê wan ê Kurdî ye.

Çîna Duyem - Gundî û Bajarî: Ev çîn ji Kurdên gundî û rûniştvanên bajaran pêk tê. Li bajarê Quneyterayê nêzîkî 50 kesî ji wan dijiyan. Wan bazirganiya biçûk dimeşand û pêwendiyên wan ên bihêz bi koçeran re hebûn. Li gelek gundan jî Kurdan pîşeyên wekî dikandarî û qesabiyê dikirin.

Çîna Sêyem - Kurdên xwedî zeviyên mezin: Ev kom xwediyên milk û zeviyên berfireh bûn. Zeviyên wan ên li Golanê bi rêya nûner û karkeran dihatin birêvebirin lê malbatên wan bi xwe li Şamê dijiyan.

Li gorî pirtûkê, ev malbat xwediyên herî mezin ên zeviyên Golanê bûn û tenê sê malbatên Kurdan xwediyê 452 hezar û 925 donim zeviyên çandiniyê yên li herêmê bûn.

Li hêla din, Dr. Îsmaîl Hesaf li ser vê mijarê bû mêhvanê Rûdawê û da zanîn ku beriya Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an, li herêma Golanê 164 gundên Kurdan hebûn û rûberekî gelekî mezin ê zeviyên çandiniyê di destê Kurdan de bû.

 

Rudaw

Top