Li Urmiyê bijîşkeke jin bi êşkenceyê hat girtin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê, li Urmiyeyê bi ser mala pispora nexweşiyên hundirîn Beyan Salihiyan a 43 salî de girtin.
Hate diyarkirin ku Beyan Salihiyan di dema binçavkirinê de, hatiye êşkencekirin û dest danîne ser telefon û kompûterê wê.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê, di 27’ê Îlona 2026’an de li Urmiyeyê bi ser mala pispora nexweşiyên hundirîn Beyan Salihiyan a 43 salî de girtin.
Di dema binçavkirinê de Beyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hat êşkecekirin.
Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê li malê lêgerînekî berfireh kirine û dest danîne ser telefon û kompûtera Beyan Salihiyan.
Hîna nayê zanîn Beyan ji ber çi hatiye binçavkirin, ji bo çi tê sûcdarkirin û li ku derê tê girtin.
Li gorî agahiyan Beyan Salihiyan, di payîza 2022’an de, di dema tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de bi du bijîşkên ji Seqîzê ve demekî binçav hatiye girtin.
Piştre cezayê girtîhehê veguherî cezayê pereyî.
Ronahi.tv
