Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 494 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 103 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê û 263 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne. Herwiha 524 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 7 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 49628 (Hewlêr: 19200, Silêmanî: 16487, Duhok: 13141, Helebce: 1800)
Mirin: 1807 (Hewlêr: 574, Silêmanî: 915, Duhok: 281, Helebce: 37)
Başbûn: 31672 (Hewlêr: 14574, Silêmanî: 10336, Duhok: 5090, Helebce: 1672)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.
