• Monday, 28 September 2026
logo

Elî Zeydî û Donald Trump li hev civiyan

Gulan Media September 24, 2026 Nûçe
Elî Zeydî û Donald Trump li hev civiyan

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li New Yorkê civiyan.

Di civînê de hewlên hevbeş ên her du aliyan ên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê li ser wê civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan behsa pêwendiyên dualî û awayê xurtkirina hevkarî û hevpariya xwe ya di warên siyasî, aborî û veberhênanê de kir.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê ragihand ku Elî Zeydî û Donald Trump behsa rewşa herêmê kiriye.

Her wiha wan hewlên hevbeş ên Îraq û Amerîkayê yên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî jî nirxandin.

Elî Falih Zeydî piştî wergirtina Serokwezîriya Îraqê ev cara duyem e ku bi Donald Trump re dicive.

 

Rudaw

Top