• Monday, 28 September 2026
logo

Israel Katz: Em ji Cebel Şêx û herêma ewlehî ya Sûriyeyê venakişin

Gulan Media September 24, 2026 Nûçe
Israel Katz: Em ji Cebel Şêx û herêma ewlehî ya Sûriyeyê venakişin

Wekî tê zanîn serokê Hukumeta Veguhêz a Surî Ehmed el şeri li New York di civîna NY de axivîbû
Wekî her carê biryara 1974 an bi bîr dixe kû Îsraîlê wekî binpêkerê aramî serweriya Suriyê tewanbar dike
Piştî van daxwiyaniyan wezîrê parastinê Israel Katz daxwiyanî da û got,
Îsraîl wê ji Cebel Şêx û herêma ewlehiyê ya li Sûriyeyê venekişe, hêzên Îsraîlê li wir in û Colan beşek ji Îsraîlê û serweriya wê ye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro got Îsraîl dê ne ji Cebel Şêx ne jî ji wê herêma ewlehiyê ya ku li nava Sûriyeyê di bin kontrola wê de ye, venekişe.

Hêzên Îsraîlê li herêmên kontrol kirine ye.

Katz: Ji aliyê Surî ve êrîş pêk bê, Îsraîl wê belavbûna xwe berdewam bike

Her wiha Katz anî ziman ku ger êrişek ji aliyê Sûriyeyê ve hat wê herêma di bin kontrola Îsraîlê de di bin kontrola wê de bimîne û wê hêzên wan belavbûna xwe berdewam bikin.

Di derbarê Colanê de jî, Katz diyar kir ku Colan “di bin serweriya Îsraîlê de” ye û “beşeke ji Îsraîlê” ye.

Bi bîr bixîn kû Ehmed El-Şeri, Israîl aramî û serweriya Sûriyê û dijberiya proseyên giştî cîhanê tewanbar kir.

Her wiha El-Şeri got ku helwesta wan ew e ku Israîl xwe vekişîne sînorê biryara 1974’an û ji erdîngariya ku piştî 8 kanûna 2024’an vekişe.

 

Ronahi.tv

Top