Iraq û Tirkiyê li ser radestkrina bargeha zêlkanê bo Iraqê li hev kirin
Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê li New Yorkê li ser radestkirina Baregeha Başîq-Zêlkanê ya ji bo hikûmeta Îraqê li hev kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîtiya Îraqê li ser hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li New Yorkê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser kûrkirina hevkariyên di warê ewlehiyê de li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan li ser sepandina temamî ya desthilata dewleta Îraqê ya li Şingalê li hev kirin.
Her wwiha wê hêzên Tirkiyeyê ji Baregeha Başîq-Zêlkanê vekişin û radestî hikûmeta federal a Îraqê bikin.
Nûnerê Taybet ê Amerîka li Sûriyê û Iraqê û Sefîrê wê yê Tirkiyê Tom Barrack jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da, keyfxweşiya xwe anî ziman û got:
“Ev dikeve xizmeta hem serweriya Iraqê hem jî ewlekariya Tirkiyê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi dehan bargehên leşkerî û istixbaratî yên dewleta Tirk li Iraqê, Başûrê Kurdistanê hene.
Ronahi.tv
