• Monday, 28 September 2026
logo

Barrack: Hezîrana 2027’an wê dawî li dosyaya çekdarên li Iraqê bê anîn

Gulan Media September 23, 2026 Nûçe
Barrack: Hezîrana 2027’an wê dawî li dosyaya çekdarên li Iraqê bê anîn

Nûnerê Taybet ê Serokê DYA’yê Tom Barrack bal kişand ser dosyaya komên çekdar ên li Iraqê û got:
Dosyaya komkirina çekan wê heta dawiya Hezîrana 2027’an bi temamî dawî bibe.
Piştî vê dîrokê û şûnde wê tenê li Iraqê çek di destê dewletê de bimîne.
Nûnerê Taybet ê Amarîka li Iraqê Tom Barrack têkildarî sînordarkirina çekdan ya di destê komên li Iraqê agahî da.

Tom Barrack destnîşan kir ku dosyaya kontrolkirina çekan ya li dest dewletê li Iraqê wê heta dawiya meha Hezîrana 2027’an dawî bibe.

Hêjayî bibîr xistinê ye Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Amerîka kir û bi Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio civiya û têkildarî vê mijarê guftugokirin.

Li aliyê din biryar hatibû girtin ku heta dawiya meha Îlona komên çekdar ên li Iraqê çekên xwe radestî Iraqê bikin.

Her wiha li gorî çavkaniyên siyasî hate ragihandin ku ev dem heta meha Hezîrana 2027’an hatiye dirêjkrin.

 

Ronahi.tv

Top