• Monday, 28 September 2026
logo

Li Kerkûkê îsal zêdetirî 1000 xwendekaran ji Erebî derbasî Kurdî bûn

Gulan Media September 23, 2026 Nûçe
Li Kerkûkê îsal zêdetirî 1000 xwendekaran ji Erebî derbasî Kurdî bûn

Birêvebirê Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî ragihand ku îsal zêdetirî 1000 xwendekaran ji perwerdeya bi Erebî derbasî perwerdeya bi Kurdî bûne.

Kameran Elî her wiha got ku 100 dibistan hewceyê nûjenkirinê ne û 40 dibistan jî bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ne.

Birêvebirê Perwerdeya Kurdî ya Kerkûkê îro di hevpeyvîna Rûdawê de ragihand ku "Îsal heta niha, zêdetirî 1000 xwendekaran ji perwerdeya bi Erebî derbasî perwerdeya bi Kurdî bûne.

Kameran Elî diyar kir ku, "Tê payîn ku ev hejmar bigihêje 1500 xwendekaran."

Li gorî agahiyên ku Kameran Elî dane, par 1200 xwendekar ji perwerdeya bi Erebî derbasî perwerdeya bi Kurdî bûn.

Kameran Elî derbarê xwendekarên nû yên ku li pola yekem a perwerdeya bi zimanê Kurdî tomar dibin got, "Nêzîkî 10 hezar xwendekarên pola yekem tomar bûne."

Kameran Elî her wiha diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê îsal 1,2 milyon pirtûk dabîn kiriye û derbarê pirtûkan ti pirsgirêk nedîtine.

Li parêzgeha Kerkûkê 562 dibistan hene ku perwerdeyê bi zimanê Kurdî didin, 8,500 karmend û mamoste lê dixebitin û ji 100 hezar xwendekaran re xizmetê dikin.

Serokê perwerdeya bi Kurdî ya Kerkûkê ew rastiya ku bi avahiyên dibistanan re rû bi rû dimînin, veneşart.

Elî gazinan kir ku Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Îraqê piştgiriyê nade wan û got, "100 dibistanên ku perwerdeya bi zimanê Kurdî didin divê werin nûjenkirin.

Ji van 40 dibistan di bin xetera hilweşînê de ne û 30 dibistan jî bi sîstema sê danan dixebitin."

 

Rudaw

Top