Ehmed El Şere û Elî Zeydî li New Yorkê civiyan
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şere li New Yorkê civiyane.
Hat destnîşankirin ku di civînê de têkiliyên dualî hatine nirxandin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê, derbarê naveroka civîna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şere de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derengiya şeva borî Serokwezîr Elî Zeydî di civînên Xula 81’emîn a Civata Gştî ya NY’yê, bi Ehmed El Şere re civiyaye.
Hate destnîşankirin ku di civînê de rewşa giştî ya herêmî û navneteweyî hatiye nirxandin.
Li ser têkiliyên dualî û hewldanên pêşxistina wan hatiye rawestan.
Ehmed Şere di civînê de tekez kir ku welatê wî kar dike da ku ji bo hinardekirina petrola Iraqê di ser benderên Sûriyeyê re, korîdorek ewle peyda bike.
Hêjayî gotinê ye ku bi dehan serokên welatên cîhanê ji bo beşdarbûna di civînên Xula 81’emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li Amerîkayê ne.
Li wir gelek hevdîtinên taybet di navbera aliyan de tên kirin.
Ronahi.tv
