• Monday, 28 September 2026
logo

Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin.

Gulan Media September 23, 2026 Hunerî
Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin.

Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di
heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin

 

Li Bakurê Kurdistanê, muzîka Kurdî di hawîrdoreke taybet a çandî û civakî de
pêşketiye; hawîrdoreke ku tê de huner, tevî ku qadek e ji bo afirandin û
xweîfadekirinê, gelek caran bûye amûrek ji bo parastina ziman û nasnameyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Gulanê, hunermenda Bakur Hivda Koç, ji destpêka rêya
xwe ya hunerî heta nêrîna xwe ya îro, behsa muzîk û nasnameyê, rola jinan di
hunerê de, rewşa muzîka Kurdî, bandora medyaya civakî û peyama hunerê ji bo
nifşê nû dike. Herwiha behsa pêwendiya di navbera huner û xebatê de, girîngiya
parastina zimanê Kurdî, hewldanên wê yên ji bo nûjenkirina berhemên xwe û
projeyên xwe yên hunerî yên paşerojê dike.

*Destpêka we di cîhana hunerê de li Bakurê Kurdistanê çawa bû? Gelo kêliyek
taybet hebû ku we hîs kir huner nasname û pîşeya we ye, ne tenê jêhatiyek
xwezayî ye?

- Ji serdema zaroktiyê ve, dengbêjiyê bandoreke mezin li ser min û malbata min
hebû, pêwendiya civakî ya wê civaka em tê de dijiyan bi muzîkê re xurt bû.
Piştî ku di zaroktiyê de me koçî Stenbolê kir, aliyê min ê çandî zêdetir xwe
nîşan da û bi wan nakokî û kêşeyên ku hebûn re, parastina ziman û çanda me
ji bo me girîngtir û pêwîsttir bû. Muzîk rêyeke pir bi bandor bû ji bo
parastin û berdewamkirina nirxên me yên civakî, li ser bingeha van hestan,
min hewl da nasnameyeke hunerî ji bo xwe çêbikim.
 

Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin.

 

- Di nav hunermendên Kurd de, kîjan hunermend herî zêde bandor li we kiriye,
berhemên wan çawa bandor li ser avakirina dîtina we ya hunerî kiriye?

- Ew kesên ku bandor li min kirine, ew hunermend in ku huner û nasnameya Kurdî
bi hev ve girêdane û huner kirine amûrek ji bo parastina ziman û çandê û
derbirîna hestên civakî.

- Wek hunermendeke vê herêmê, hûn rewşa tevgera hunerî ya îro li Bakurê
Kurdistanê çawa dibînin, di salên dawî de guhertinên herî berçav di qada
hunerê de çi bûn?

- Li Bakurê Kurdistanê derfetên pêşxistina karê hunerî pir sînordar in, her
kes li gorî derfetên xwe hewl dide muzîka xwe pêş bixe. Mixabin, derfetên
muzîka Kurdî pir lawaz in û em nikarin bibêjin ku bazareke xurt heye daku
hunermend bikaribe jiyana xwe ya hunerî li ser ava bike. Bi baweriya min,
her hewldan û keda ku ji bo muzîka Kurdî tê dayîn, pir bi nirx e. Tevgera
hunerî hîn ne di wê astê de ye ku em bikaribin bibêjin pir pêşketî û
berhemdar e, lê hunermend berdewam hewl didin vê qadê pêşve bibin.

- Hûn hebûna jinên Kurd di qada hunera îro de çawa dinirxînin, gelo jinê
kariye cih û pêgeha xwe di qada hunerê de bisepîne û ji rolên klasîk ên berê
derkeve?

- Di qada hunerê de hejmara hunermendên jin ji her demeke berê zêdetir bûye,
heta ez dikarim bibêjim îro hejmara jinan di qada hunerê de bi awayekî
berçav zêde bûye. Ne tenê ev e, belkî şiyana afirandin û berhemanîna jinan
jî pir dewlemendtir bûye.

- Tevî van hemû serkeftinan, hîn jî astengî hene, mezintirîn astengiyên
civakî, çandî an siyasî ku li pêşiya jina Kurd di qada hunerê de dibin
asteng, çi ne?

- Bi baweriya min mezintirîn astengî ew e ku jin xwe bispêre sîstema mêran.
Pêwîst e jin bi awayekî serbixwe bifikire û hest bi serbixwebûnê bike, wê
demê afirandin û berhema jinê dikare bandoreke pir erênî li ser civakê bike.
Jin di heman demê de çavkaniyeke xurt e ji bo parastina ziman û çandê, ji
ber vê yekê tê gotin «zimanê dayikê». Rola jinê di avakirin û parastina
nirxên aştiyê de pir bibandor e.

- Ziman bingeha nasnameyê ye. Bi nêrîna we, huner çi stran be, çi şano an jî
hunerên dîtbarî bin, çi rolekê di parastina zimanê Kurdî û belavkirina wê di
nav nifşên nû de dilîze?

- Bi baweriya min, muzîka Kurdî barê parastina zimanê Kurdî bi awayekî mezin
girtiye ser milê xwe. Bi stran û kilaman ziman hatiye parastin û xemilandin.
Di civakên bindest de ku dîroka wan a nivîskî lawaz bûye, stran û çîrok bûne
sedema parastina hebûna wê civakê. Ji ber vê yekê, têkst û stranên Kurdî ji
bo me wateya hebûn û manê (mayînê) didin.

Mehmed Uzun di pirtûka xwe de gotineke Feqiyê Teyran tîne ziman ku rastiyeke
girîng derbarê ziman de dinivîse:

Ziman dayik e, evîndar e, Niştiman bav e, hukim nav e, Bê niştiman, mirovê bê
dayik û bav e.

- Di serdema dîjîtal de, hûn çawa bi medyaya civakî re serederiyê dikin, gelo
medyaya civakî wekî amûrekê alîkariya hunermendên Kurd kiriye ji bo
derbaskirina sînoran, an jî bûye sedema bêwatekirin û pûçkirina hunerê?

- Bi dîtina min, eger şêwaza bikaranîna medyaya civakî bi awayekî rast nebe,
dikare qada hunerê pûç bike û rê li pêşketina kesên xwedî şiyanên hunerî
bigire. Lê eger ew naveroka ku tê belavkirin xwedî nirx be, medyaya civakî
dikare bibe sedema belavkirina nirxên ciwan û biqîmet.

Medyaya civakî derfeteke mezin e ji bo nasandina xwe, ji aliyekî ve komek tişt
li ser hev kom dike, lê ji aliyekî din ve deriyekî nû ji bo derketin û dîtina
derfetên nû vedike.

- Huner li Bakurê Kurdistanê gelek caran xwedî rûyekî xebatkarane û mirovahî
ye, hûn di berhemên xwe de çawa hevsengiyê di navbera bedewiya hunerî û
peyama peywendîdar bi çand û daxwazên gelê xwe re çêdikin?

- Di wê cîhana ku ez tê de jidayik bûme, Kurd di nava xebat û têkoşînê de bûn.
Nifşê me ruhê xebatê bi jiyana xwe re têkel kiribû, ji ber vê yekê hem ruhê
jiyana rojane û hem jî ruhê lêgerîna li pey afirandina hunerê, bi ruhê
xebatê re yek bûn.

Di stranekê de dilxweşî, govend û şadî tê dîtin, di straneke din de berxwedan û
têkoşîn xwe nîşan dide, bi wî awayî huner û xebat di nav hev de bûne yek
kesayetî.

- Hezkirî û şopînerên hunera we li benda nûçeyên nû ne. Gelo hûn dikarin
hinekî behsa projeyên xwe yên hunerî yên paşerojê bikin, gelo şêwazeke nû an
ceribandineke cûda di rê de ye?

- Ez hewl didim rêyeke cîgir û berdewam ji bo xwe çêbikim, her tim hewl didim
xwe nû bikim û bi demê re bimeşim.

Di van rojan de em diçin stûdyoyê, hewldana min ew e ku her tim bi reng û
şêwazên dewlemend, hunera xwe bixemilînim û berhemên nû pêşkêş bikim.

Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin.

- Peyama we ji bo wan keçên Kurd ên jêhatî (xwedî behre) li Bakurê Kurdistanê
çi ye, yên ku ji ber rewşa derdora xwe ditirsin an jî dudil in ku têkevin
nava cîhana hunerê?

- Peyama min ev e: Divê tirs nebe asteng li pêşiya jêhatîbûn û xeyalan; çimkî
dema jin dengê xwe kifş dike, huner dikare wî dengî bigihîne cihên herî dûr.
Xwedî li nirxên xwe yên civakî û nirxên jinbûnê derkevin, netirsin, di
jiyana xwe de tu carî hêviya xwe winda nekin.

Ji ruhê xwe yê Kurdî hez bikin û guh bidin deng û ruhê jinê. Huner ne tenê
pîşeyek e, lê belê rêyek e ji bo xwe-naskirinê, parastina ziman û çandê û
veguhastina hest û bîranînan ji bo nifşên pêşerojê. Ji vî alî ve, huner û muzîk
dikarin di heman demê de bibin dengê şadî û jiyanê, berxwedan û têkoşînê, hêvî û
mayîndebûnê (xwe-parastinê).

Hunermenda Kurdistana Bakur Hivda Koç ji bo Gulanê: Huner û muzîk dikarin di heman demê de dengê şadî û jiyan, berxwedan û xebat, hêvî û manê bin.
Top