• Monday, 28 September 2026
logo

Hollanda pîrozbahiyê li yekgirtina Hêzên Pêşmerge dike

Gulan Media September 21, 2026 Nûçe
Hollanda pîrozbahiyê li yekgirtina Hêzên Pêşmerge dike

Konsulxaneya Hollandayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya temam ji bo proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan da û tekez kir, ew bi beşdarbûn û rola xwe ya di vê erkê girîng de serbilind in.

Konsulxaneya Hollandayê îro 21ê Îlona 2026an, pîrozbahî li avêtina vê gava nû kir û diyar kir: "Hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî, pîşeyî û nepartî, dê erkê xwe yê parastina gelê Kurdistanê û hemû Iraqê bi awayekî baştir û xurtir bicih bîne."

Ev helwesta Hollandayê piştî wê yekê tê, îro di merasîmeke fermî de bi serpereştî û beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, bidawîhatina serkeftî ya proseya yekxistina temam a Hêzên Pêşmerge di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatibû ragihandin.

 

K24

Top