Xelkê Herêma Cizîrê sibe li Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî çalakiyekê li dar dixin
Xelkên herêma Cizîrê sibe wê li Qamişlo ji bo zimanê kurdî çalakiyekê lidar bixin.
Înîsiyatîfa Gel a li Cizîrê sibe li pêşiya Stadyuma 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo saet 11 mêtîngekê orgenîze dike.
Dê xelkên hemû bajarên herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bibin.
Çalakî wê bi armanca redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz were lidarxistin.
Wê Daxwaza berfirehkirina qada perwerdeya bi zimanê kurdî bê kirin.
Ji dema derketina vê biryarê ve li bajar û bajarokê herêmê, xelk, xwendekar û mamoste rêzeçalakiyan li dar dixin.
Di çalakiyan de diyar dikirin ku biryar ne li gorî daxwaza wan a perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Ronahi.tv
