• Monday, 28 September 2026
logo

Li Til Temirê peykerê şehîdê Asûrî hat danîn

Gulan Media September 20, 2026 Nûçe
Li Til Temirê peykerê şehîdê Asûrî hat danîn

Partiya Asûrî ya Demokratîk bi merasîmekê li Til Temirê peykerê Şehîdê Asûrî danî.
Di merasîmê danîna peyker de girseyek şênî amade bû.

Di merasîmê de berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk Nînos Îşo axivî.

Nînos Îşo da zanîn ku peyker kevirek nîn e, lê şahideyê bîra gel û werçerxên wî yên dîrokî dike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî axivî û got:

Bibîranîna şehîdan bi rêya peyker û nîşaneyên sembolîk armanca mayîna fedakariyên wan e.

Hiso got peyker sembola dîrokî û fedakariyên gelên herêmê ji Asûrî, Kurd, Ereb û hwd ne.

 

Rudaw

Top