• Monday, 28 September 2026
logo

Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin

Gulan Media September 20, 2026 Nûçe
Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemedbaqir Qalîbaf ragihand ku welatê wî bi rêya navbeynkaran peyam û mercên xwe ji Amerîkayê re şandine.

Qalîbaf li ser helwesta Tehranê got, "Bi baweriya me hevkêşeya 'şer an dan û standin' ne rast e.

Divê em di heman demê de hem şer bikin û hem jî dan û standinan bimeşînin."

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemedbaqir Qalîbaf îro bi online beşdarî civîna parlamentoyê.

Qalîbaf rexne li wan tevger û aliyan girt ku welêt ber bi "şerekî bêdawî" ve dibin.

"Du şaşiyên stratejîk hene"

Qalîbaf di gotara xwe ya destpêkê de bal kişand ser rewşa siyasî ya welêt û destnîşan kir ku du şaşiyên stratejîk hene:

"Yekem, nêrîneke ku qal dike em tenê şer bikin lê ji bo bidawîanîneke bi hêz a vî şerî ti mekanîzmaya wê nîne.

Ev nêrîn dîplomasiyê red dike û bêyî hevsengiya şiyanan, welêt ber bi şerekî bêdawî ve dibe.

Ya duyem jî ew alî ne ku şiyanên neteweyî kêm dibînin. Ew Îranê qels nîşan didin û bi çandina tirsê, rêya teslîmbûnê û pejirandina şertên yekalî yên dijmin pêşniyar dikin."

"Şer û dan û standin bi hev re"

Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir ku peyam û mercên Tehranê bi awayekî zelal bi rêya navbeynkaran ji aliyê Amerîkayê re hatine ragihandin.

Qalîbaf li ser vê mijarê anî zimên, "Divê em bi hişmendî û bi hêz şer bikin, di heman demê de jî di dema guncav de bi hêz û hişmendî dan û standinê bikin."

Qalîbaf her wiha diyar kir, heta ku mercên pêşwext ên Îranê neyên bicihanîn û Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ji bo vegera ser maseya dan û standinan û vekirina Tengava Hurmizê ti derfet nîne.

"Em li benda bersiva Trump in"

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî jî 19ê Îlona 2026an dabû zanîn ku Tehranê mercên xwe bi rêya navbeynkarên Qeter û Pakistanê gihandine Amerîkayê.

Rezaî diyar kir ku ew niha "li benda bersiva Trump in."

Muhsîn Rezaî hişyarî da Washingtonê û got, "Di berjewendiya Amerîkayê de ye ku ew mercên me yên ji bo bidawîanîna şer qebûl bike."

Li gorî gotina Muhsîn Rezaî, mercên Îranê ev in:

- Bidawîanîna şer a li hemû eniyan

- Serbestberdana saman û sermayeyên blokekirî yên Tehranê

  • Rakirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê

Rudaw

Top