Konseya Ewropayê: Demildest Demîrtaş û Yuksekdagê berdin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag demildest werin berdan.
Komîteyê bang kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk werin.
Komîteyê di civîna 15-16’ê îlonê de têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ev biryar qebûl kir û got:
Divê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş demildest bên berdan.
Komîtê xala 46’an a Peymana Mafê Mirovan bi bîr xist û got:
Hemû dewletên endamên peymanê ne divê li gor peymanê tevbigerin.
Her wiha komîteyê bal kişand ser qanûna çarçoveyî ya têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û got:
Piştî qanûn pêk hat kesên di dozên PKK/KCKê de hatinê girtin cezayê wan dê bê taloqkirin.
Her wiha Komîteyê xwest Tirkiye têkildarî Selahattîn Demîrtaş jî agahdarkirineke berfireh bike.
Komîte xwest ew qanûn pêk were û bang li Tirkiyeyê kir ku demildest wan berde.
Ronahi.tv
