• Monday, 28 September 2026
logo

Mazlûm Ebdî geşedanên dawîn ji xelkê Kobanê re şîrove kirin- hat nûkirin

Gulan Media September 19, 2026 Nûçe
Mazlûm Ebdî geşedanên dawîn ji xelkê Kobanê re şîrove kirin- hat nûkirin

Bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan îro li Kobanê civînek ji gel re li dar xist. 

Piştî deqeya rêzgirtin, Mazlûm Ebdî behsa bûyera li zindana kir û bi bîr xist ku piştî şihadeta Sîpan Hiznî xwepêşandan hat lidarxistin û got: "Piştî xwepêşandanê hejmareke ciwan hatin girtin. Paşê ji ber gefên ku ew ê hemû girtî sewqî Helebê bên kirin, di girtîgehê de rageşî derket, di encamê de 10 girtî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn."

Mazlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêpirsînê ya taybet ji bo ronîkirina bûyerê hatiye avakirin.

Ebdî qala peymana 29‘yê Çileyê û bicihkirina wê jî kir û destnîşan kir ku gelek ji wan mijarên sereke hatiye çareserkirin.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bal kişand ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî jî û wiha dom da axaftina xwe: "Lê li ser dosyaya zimanê Kurdî nîqaş tê kirin û ji bo vê yekê jî wê çareserî bê dîtin. Pêwîst e zimanê me yê kurdî zimanê me yê xwandinê bibe zimanekî fermî. "

 

ANHA

 

 

Top