• Monday, 28 September 2026
logo

Bi amadebûna Masrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ahenga derçûnê ya AUKê birêve diçe

Gulan Media September 19, 2026 Nûçe
Bi amadebûna Masrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ahenga derçûnê ya AUKê birêve diçe

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro Pêncşemê, 17ê Îlona 2026ê, ahenga derçûnê ya gera heftê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê birêve diçe.

Di merasîma îsal de, 122 xwendekar di çar kolêj û heşt bernameyên bekaloryosê de bawernameyan werdigirin, ku 68 ji wan derçûyên Kolêja Endezyariyê, 31 derçûyên Kolêja Huner û Zanistan, 13 derçûyên Kolêja Bazirganiyê û 10 jî derçûyên Kolêja Peristariyê ne.

 

K24

Top