• Monday, 28 September 2026
logo

Kampanyaya “Mala Min-Mafê Min” ji bo vegerandina malên gelê Efrînê dest pê kir

Gulan Media September 17, 2026 Nûçe
Kampanyaya “Mala Min-Mafê Min” ji bo vegerandina malên gelê Efrînê dest pê kir

Kampaniya “mala min mafê mine” di roja 16 îlonê ji aliyê hejmarek rojnemevan, çalakvan û xelkê Efrînê ve hate destpê kirin.
Armanca kampanyayê vegerandina malên desteserkirî ji bo xwediyên wan e.
Desteserkirina bi sedan xanîyên xelkê resen li herêma Efrîn ji aliyê malbatên ji heremên din berdewame.

Di vê çarçoveyê de, kampanyaya “Mala Min – Mafê Min” hate destpêkirin da ku mijar bikeve rojevê de û xaniyên xelkê Efrûn di zûtirîn dem vegere ji xwediyê xwe re.

Hin çavkaniyên ji heremê ji Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê re ragihandine ku kesên malê wan desteser kirine daxwaza pereyan dikin da ku ji malê wan derkevin.

Kampanya bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin.

Zextê li cihên peywndîdar bikin da ku gavên bi lez bavêjin û malan ji xwediyê wan re vegerînin.

 

Ronahi.tv

Top