• Monday, 28 September 2026
logo

Hejmara şehîdên bûyera li girtîgeha Kobanê bû 10

Gulan Media September 17, 2026 Nûçe
Hejmara şehîdên bûyera li girtîgeha Kobanê bû 10

Girtiyê bi navê Mesûd Hemo Reşo ku di encama bûyera li girtîgeha Kobanê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû.
Bi vê re hejmara şehîdên bûyerê bû 10.
Girtiyê bi navê Mesûd Hemo Reşo di bûyera li girtîgeha Kobanê de birîndar bûbû. Reşo îro (17 Îlon) di saetên dereng ên şevê de li nexweşxaneyeke li bajarê Helebê ku lê tedawî dibû, şehîd bû.

Di bûyera li girtîgeha Kobanê de ku 12`ê Îlonê rû dabû, di encama şewata li girtîgehê de 9 girtî şehîd bûbûn û 17 jî birîndar bûbûn.
Roja Şemiyê (14 Îlon) li Kobanê bi tevlêbûneke girseyî 9 şehîd hatibûn oxirkirin.

 

Ronahi.tv

Top