• Monday, 28 September 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike

Gulan Media September 17, 2026 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de pirse û sersaxî li malbat û kesûkarên sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Şakir kir û got: "Ez hevparê xemgîniya wan im." 

Deqa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: 

Pirse û sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên rehmetî Kemal Şakir, sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û ez hevparê xemgîniya wan im. 

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî. 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 
Mesrûr Barzanî

 

K24

Top