Nêçîrvan Barzanî: Armanc serkeftina Îraqê û destûrê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Armanc ne ew e ku Hewlêr li hemberî Bexdayê ser bikeve yan jî Bexda li hemberî Hewlêrê ser bikeve. Armanc ew e ku Îraq bi ser bikeve, destûr bi ser bikeve.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Lûtkeya Aborî ya Silêmaniyê bû û derbarê mijarên li rojevê axivî.
Nêçîrvan Barzanî got, "Dema wê hatiye ku em dawî li nakokiyan bînin" û da zanîn ku divê nakokiyên siyasî pêşiya bazirganî û veberhênanê nebin asteng li û anî zimên:
"Divê em li gel hikûmeta federal ji bo mijarên darayî, gumrik û bacan bigihîjin çarçoveyeke zelal a destûrî."
“Divê maf bi destûrê bên parastin”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew Îraqeke wisa naxwazin ku her pêkhate ji bo parastina xwe serî li hêz, hejmar an pêgeha xwe bide û got:
"Em Îraqekê dixwazin ku em hemû berê xwe bidin destûrê.
Em dewletekê dixwazin ku tê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan, Êzidî û hemû welatiyên Îraqê hest bikin ku bi guherîna hikûmetan an hevkêşeya hêzê mafên wan naguherin, berevajî vê mafên wan bi destûrê hatibin mîsogerkirin û ji aliyê sazî û yasayên dewletê ve bên parastin."
Nêçîrvan Barzanî li ser mijara “budce û meaşan” jî got:
"Divê ji bo mijarên budce, meaş, petrol, gaz û desthilatan çareseriyeke timî ya destûrî were dîtin, bi awayekî ku mafên Herêma Kurdistanê, mafên Îraqê û yên hemû welatiyên Îraqê werin parastin."
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pê de çû:
"Armanc ne ew e ku Hewlêr li hemberî Bexdayê ser bikeve yan jî Bexda li hemberî Hewlêrê ser bikeve. Armanc ew e ku Îraq bi ser bikeve, destûr bi ser bikeve.
Hêza me hemûyan di Îraqeke federal a bihêz de ye. Hêza me hemûyan di wê de ye ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de bihêz bibe."
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku rêya çareseriyê diyalog e û got:
"Dema wê hatiye em dawî li nakokiyan bînin û dest bi çareserkirina wan bikin. Rêya vê yekê jî zelal e ku ew jî destûr, diyalog û hevkariya niştimanî ya li vî welatî ye."
Pesindayîna ji bo Qubad Talebanî
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de berê xwe da Qubad Talebanî û got:
"Ev hevalê hêja, me demeke dûr û dirêj di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re kar kiriye.
Ez vî hevalê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo vî welatî wekî sermayeyekê dibînim.
Rudaw
